Yalda Abbasî,  Kurdeke xelkê Xorasanê ye. Gelek kes wî bi strana Lê Yarê nas dike. Rast e. Ev stran danasîna Yalda de gellek cîhek girîng digre, Lêbelê Yalda her dem dinîvise û distirîne. Lewma her dem dengek û kesayetek nûjen e. Di nav jiyana  kurdan yê tarî de weka stêrkek  diçirûske.

Ji ber vê yekê malbata Mezopotamaya Radyoyê Yalda, bi navdarîya “Stêrka Mûzîka Kurdî” binav dike.

Yalda Abbasî, Kurdên ku koçberê herema Xorasanê bune û hejmara  wan ji 2 mîlyonan zêdetir e, ji wan malbatan yekî ve jidayik bûye.Bi tesîra diya wî ji 12 salî ve heta îro li ser muzîkê xebatan dike. Gor awaz û gotinên herêma Xorasanê,muzîken otantîk çê dike. Dema ku mirov muzîka Yalda gohdarî dike, sereke bandora kurdên Xorasanê û Qafqasyayê piştî wî tesîra kurdên Rojhelat û bandora hunera Farsî xwîya dike.

Kurmancîya wî dişibe Kurmanciya kurdên elewîyê anatolyaya navîn û yê semsûr, meletî, Mereş û dêrsimê.

Taybetmendiya kurmanciya Yalda eve ku bi sedsalane çawa tê axaftin, hîn jî wusa tê axaftin. Kurmanciya gelek arî ye.

Stranê wîyên ku herî zêde tên nasîn evin:

Lê Yarê

Çav Le RÊ

 

Erman Erman

 

Şivan

û her wiha stranê wî yên din jî herî kêm weka van stranan tên gohdarî kirin.

Yalda Abbasî bi dengê xwe her dem li Mezopotamya Radyoyê ye. ..

 

 


The post YALDA ABBASÎ: STÊRKA MUZÎKA KURDÎ appeared first on Mezopotamya Radyo.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir